Çand û huner

Li Wanê di mihrîcanê da tonek masiyên kefalê hatin belavkirin

Serokê Komeleya Aktivîstên Gola Wanê Erdogan Ozel: "Masiyê ku ji Gola Wanê derdikeve cureyeke endemîk e. Li herêmê 14 hezar kes bi masîgirtinê debara mala xwe dikin"

Fatih Gazioğlu  | 28.09.2019 - Rojanekırın : 29.09.2019
Li Wanê di mihrîcanê da tonek masiyên kefalê hatin belavkirin

Van

Li Wanê di çarçoveya "Fuara Geşt û Turîzma Navneteweyî ya Rojhilatê Anadoluyê ya 10emîn" da qasî tonek masiyê kefal û dewîn li welatiyan belav kirin.

Fuar li Navenda Expo Fuar û Kongreyê ya Rojhilata Navîn bi piştgiriya Şaredariyê Edremîtê hat lidarxistin.

Serokê Komeleya Aktivîstên Gola Wanê Erdogan Ozel got ku di mihrîcanê da wan tonek masiyê kefalê li 4 hezar kesî belav kir û wiha axivî:

"Armanca me nasandina masiyê kefalê ye. Tehma xwe gelekî xweş e. Masiyê ku ji Gola Wanê derdikeve cureyeke endemîk e. Li herêmê 14 hezar kes bi masîgirtinê debara mala xwe dikin. Armanca me ew e ku ev reqem derkeve 20 hezar kesî. Ji ber vê jî em her sal mihrîcanan li dar dixin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın