Dinya

Serokomar Erdogan: "Em ê dijî tevgerên ku hizûra herêmê xera dikin bisekinin"

Orhan Onur Gemici  | 28.05.2025 - Rojanekırın : 29.05.2025
Serokomar Erdogan: "Em ê dijî tevgerên ku hizûra herêmê xera dikin bisekinin"

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Em biryardar in ku mafên zarok û kesên mesûm yên li Xezeyê tên kuştin biparêzin. Em dijî tevgerên ku hizûra herêmê xera dikin bisekinin."

Serokomar Erdogan li Laçînê beşdarî lûtkeya Tirkiye-Azerbaycan-Pakistanê ya ku bi beşdariya Serokomarê Azerbaycanê Îlham Eliyev û Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf hat lidarxistin, bû.

Erdogan di axaftina xwe ya li wê derê da got, "Pêşhatên li herêma me, her ku diçe bêtir nîşan didin ka palpiştiya di navbera welatên me da çiqasî giring e. Hêviya me ew e ku agirbesta ku hat ragihandin cihê xwe ji aştiya mayinde ra bihêle. Tirkiye ji bo hemî cure piştevaniyê amade ye.

Em palpiştiya li hember dijwariyan û şiyana me ya tevgera hevbeş, ne weke hilbijarteyekê, weke zerûretê dibînin. Emê bi hev ra piştevaniya Rêya Geşeyê, Korîdora Navîn û Korîdora Veguhastinê ya Bakur-Başûr bikin."

Erdogan bal kişand ser axa Azerbaycanê û got, "Axên Azerbaycanê yên ku 30 sal dagirkî man hatin rizgarkirin û em hêvî dikin ku ev ji bo îstiqrar, refah û pêşketina herêmê bibe wesîle."

- "Em dijî tevgerên ku hizûra herêmê xera dikin bisekinin"

Serokomar Erdogan bal kişand ser rewşa Xeta Xezeyê û got, "Em biryardar in ku mafên zarok û kesên mesûm yên li Xezeyê tên kuştin biparêzin. Em dijî tevgerên ku hizûra herêmê xera dikin bisekinin. Em bang li dinyayê dikin ku ji bo li Xezeyê agirbesteke mayînde çêbe û demildest alîkariya însanî here, zexta li ser rêvebiriya Îsraîlê zêde bikin."

- "Azerbaycan, Pakistan û Tirkiye her dem alîgirê serwerî, yekparçeyiya ax û edaletê ne"

Serokomarê Azerbaycanê Eliyev wiha got, "Azerbaycan, Pakistan û Tirkiye herdem alîgirê serwerî, yekparçeyiya axê û edaletê ne. Bi hevkariya Azerbaycan û Tirkiyeyê ne tenê li herêma me li erdnîgariyeke berfireh nexşeya vejenê guherî."

Eliyev li ser rageşiya di navbera Pakistan û Hindistanê da wiha ragihand, "Ji roja ewil va me piştevaniya xwe ya ji bo Pakistanê destnîşan kir."

Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf got, "Bijî biratî û dostaniya Pakistan-Tirkiye-Azerbaycanê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.