Dinya

Serokomar Erdogan di "Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Navneteweyî" da axivî

Zafer Fatih Beyaz  | 12.12.2025 - Rojanekırın : 13.12.2025
Serokomar Erdogan di "Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Navneteweyî" da axivî

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Weke Tirkiyeyê bi hişmendiya berpirsyariyê ya ku dîrok, erdnîgarî û şaristaniya me daye me, ji bo serwerkirina aştî û diyalogê em bi hemî hêza xwe dixebitin."

Serokomar Erdogan li Eşqabada paytexta Tirkmenistanê beşdarî "Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Navneteweyî" ya ku bi boneya îlankirina sala 2025an wekî "Sala Navneteweyî ya Aştî û Ewlehiyê" ji aliyê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) va û salvegera 30emîn a statuya bêalîbûna daîmî ya Tirkmenistanê, hate lidarxistin, bû.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe ya di forumê da got, "Weke Tirkiyeyê bi hişmendiya berpirsyariyê ya ku dîrok, erdnîgarî û şaristaniya me daye me, ji bo serwerkirina aştî û diyalogê em bi hemî hêza xwe dixebitin."

Erdogan bal kişand ser rewşa Rûsya û Ukraynayê û got, "Di serî da pêvajoya Stenbolê, em amade ne piştevaniya hemî hewlên berbiçav ên ji bo agirbest û aştiyê bikin."

Serokomar Erdogan ji bo pêvajoya agirbestê ya li Xezeyê got, "Em pêwîst dibînin ku Filistînî di hemî qonaxên ji bo tesîskirina aştiyê da cih bigirin. Armanca dawî çareseriya dudewletî ye. Tevî midaxeleyên Îsraîlê agirbest hesas e. Ji ber vê piştevaniya bi hêz a civaka navneteweyî ji bo pêvajoyê, şert e û divê domdar be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.