Serokomar Erdogan: "Di avakirina aboriya kurewî ya giştgir da, ez bangê li G20ê dikim ku zêdetir berpirsyariyê bistînin"
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Di avakirina aboriyeke kurewî ya hê giştgir, ku kesekî di dû xwe da nehêle da, ez bangê li teveka G20ê dikim ku zêdetir berpirsyariyê bistînin."
Erdogan, li bajarê Johannesburgê yê Afrîkaya Başûr, beşdarî Lûtkeya Serokan a G20ê bû û gotarek pêşkêş kir.
Serokomar Erdogan got, "Ji bo jinûva vejandina bazirganiya kurewî pêwîstî bi hevkariyeke bi bingeh a navneteweyî, navgîniyên nû yên polîtîkayê zincîreke tedarîkê ya domdar heye."
Erdogan wiha pê da çû:
"Bi taybet di pêvajoyên jinûva rêkxistina deynan, ji bo dewletên kêmdahat em piştevaniya nêzîkatiyeke adilane û tevgereke hevseng dikin. Di avakirina aboriyeke kurewî ya hê giştgir, ku kesekî di dû xwe da nehêle da, ez bangê li teveka G20ê dikim ku zêdetir berpirsyariyê bistînin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
