Dinya

Serokomar Erdogan bi têlefonê bi Serokomarê Îranê Pezeşkiyan ra axivî

Emrullah Cesur  | 10.03.2026 - Rojanekırın : 10.03.2026
Serokomar Erdogan bi têlefonê bi Serokomarê Îranê Pezeşkiyan ra axivî

Ankara

Serokomar Recep Tayyip Erdogan di peywendiya bi têlefonê ya digel Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan da diyar kir ku midaxeleyên ne hiqûqî yên dijî Îranê û hedefgirtina welatên bira yên herêmê ya ji hêla Îranê ew rast nabînin û bereksê wê, hedefgirtina welatên bira tu mefayekê nagihîne kesî û lewma divê ev bên bidawîkirin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariyê, Serokomar Erdogan li ser daxwaza Serokomarê Îranê Pezeşkiyan, bi wî ra peywendiyeke telefonî encam da.

Di axaftinê da Erdogan bal kişand ku pêdivî bi vekirina deriyê dîplomasiyê heye û Tirkiye ji bo vê yekê hewl dide û her wiha midaxeleyên ne hiqûqî yên dijî Îranê û hedefgirtina welatên bira yên herêmê ya ji hêla Îranê ew rast nabînin û bereksê wê, hedefgirtina welatên bira tu mefayekê nagihîne kesî û lewma divê ev bên bidawîkirin.

Serokomar Erdogan di peyweniya xwe da destnîşan kir ku Tirkiye ji pevçûnên ku tê da ne beşdar e bi awayekî neyênî muesir dibe, sedem çi dibe bira bibe binpêkirina qada asîmanî ya wan, ew ê mazûr nebînin û Tirkiye dê di sitandina tedbîrên xwe yên dijî vê da berdewam be.

Serokomar Erdogan, zarokên ku di êrîşa dibistana li Menabê hatin kuştin di serî da xemgîniya xwe ya ji ber kuştina însanan anî ziman, ji bo rêberê dînî yê Îranê Elî Xameney dubare serxweşî da û her wiha got ku ew hêvî dike ku hilbijartina Mucteba Xameney a wekî rêberê nû li herêmê bibe wesîleya aştiyê.

Pezeşkiyan jî got ku fuzeyên ketin qada asîmanî ya Tirkiyeyê ne ji Îranê ne û ew ê der heqê mijarê da lêkolîneke berfireh bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.