Serokomarê Sûriyeyê Şara bi heyeta Konseya Neteweyî ya Kurdan ra hevdîtin kir
Syria
Serokomarê Sûriyeyê Ehmed eş-Şara bi heyeta Konseya Neteweyî ya Kurdan (ENKS) ra hevdîtin kir.
Li gor daxuyaniya Serokomariya Sûriyeyê Şara li Qesra Gel a li paytext Şamê Mihemed Îsmaîlê Serokê Konseya ENKSê û heyeta pê ra qebûl kir.
Şara di hevdîtina xwe ya bi heyeta ENKSê ra destnîşan kir ku "dewlet girêdayî teahuda xwe ya ku di çarçoveya destûra bingehîn da mafên welatiyên xwe yên Kurd hilde bin temînatê ye."
Heyeta ENKSê jî di hevdîtinê da diyar kir ku ji ber Biryarnameya 13emîn a ku Serokomarê Sûriyeyê Şara îmze kir memnûn in û biryarnameyê "ji bo xurtkirina mafan, parastina nasnameya çandî û civakî wekî pêngaveke girîng" nirxand.
Di biryarnameya ku Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şara di 16ê rêbendanû da îmze kiribû da hatibû gotin ku "Welatiyên Kurd ên Sûriyeyî wekî parçeyeke eslî û bingehîn ên gelê Sûriyeyê tên qebûlkirin."
Di biryarnameyê da hatibû eşkerekirin ku "Dê hevwelatîbûnê bidin kesên Kurd ên ku li bajarê Hesekê nehatine qeydkirin û şêniyên axa Sûriyeyê ne" û perwerde û çand jî di nav da di hin qadan de mafên cur bi cur hatibûn dayîn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
