Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şera got ku Sûriye kirine hevbeşeke ewledar
Damascus
Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şera di gotara xwe ya ku bi boneya yekemîn salvegera şoreşê da pêşkêş kir da anî ziman ku, îmaja Sûriyeyê ya li derva bi awayekî, ji binî va guherandine û ji bo welatên herêmê û cîhanê ew kirine hevbeşeke ewledar.
Serokomar Şera bi boneya yekemîn salvegera rûxandina rejima Beasê ya 61 salî li Sûriyeyê, li Qesra Konferansê ya li paytext Şamê, gotarek pêşkêşî gel kir.
Şera got ku ew salvegera rizgarbûna Sûriyeyê ji zilm û zordariyê û vegera welat bo gelê xwe, wekî her carê serbilind, azad û qedirbilind pîroz dikin.
- Rejîma hilweşiyayî bi qesdî, tovên nîfaq û dabeşbûnê di nav gel da çand
Şera tekez kir ku rejîma hilweşiyayî bi qesdî tovên nîfaq û dabeşbûnê di nav gel da çandiye û got, "Wê tovên gumanê di dil û mejiyê Sûriyan de çandiye. Wê dîwarên tirs û terorê di navbera hikûmet û gel da ava kiriye, peymana civakî veguherandiye belgeyeke dilsozî û xizmetê."
Şera diyar kir ku rejima hilweşiyayî welat di gelek waran da kişandiye pileya herî nizm, û wiha lê zêde kir:
"(Rejima hilweşiyayî) avahiyek li ser bingeha bêqanûniyê ava kir, gendelî belav kir û bi awayekî bê mîhrebanî, gel hejar û nezan hişt. Mafên wan ji wan stand. Axaftin bû sûc, aferînerî bû şerm û welatparêzî bû kiryarek tawanbarkirin û xiyanetê."
Şera tekez kir ku piştî zilm û neheqiya ku bi salan ajot, êdî gel baweriya xwe bi wan tîne û diyar kir ku wan ji kêliya yekem a rizgariyê va guh dane fikar û daxwazên gel û li ser vê yekê, ji bo Sûriyeya nû ku dewleteke bihêz e, vîzyoneke zelal pêşxistine.
- "Me Sûriye ji bo welatên herêmê û cîhanê kir hevbeşeke ewledar"
Şera got, "Ji bo pêşxistina vê vîzyonê ji cîhanê ra, em xebitîn, me pêşwaziya heyetan kir û serdana welatan kir. Bi rêya dîplomasiyê me îmaja Sûriyeyê ya li derva bi awayekî ji binî va guherand û ji bo welatên herêmê û cîhanê me ew kir hevbeşeke ewledar."
