Dinya

Serokomarê Misrê Sîsî Serokwezîrê HKIyê Barzanî qebûl kir

Mahmut Geldi  | 22.12.2025 - Rojanekırın : 22.12.2025
Serokomarê Misrê Sîsî Serokwezîrê HKIyê Barzanî qebûl kir

Istanbul

Serokomarê Misrê Ebdulfethah Es-Sîsî li paytext Kahîreyê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesrûr Barzanî qebûl kir.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Serokomariya Misrê, Sîsî li Qesra Serokomariyê ya li Kahîreyê pêşwaziya Barzanî kir.

Di civînê da hevkariya aborî ya di navbera Misir û Iraqê da û her wiha gelek mijarên der barê berjewendiya hevpar a herêmî da hatin gotûbêjkirin.

Sîsî piştgiriya Misrê ya ji bo yekîtî û yekparçetiya axa Iraqê dubare kir û got di serî da terorîzm, ew di gelek zehmetiyên li dijî herêmê da ji bo têkoşînê li gel Iraqê ne.

Barzanî jî diyar kir ku HKI piştgiriya Misrê ya ji bo pêkanîna aramiyê ya li Iraqê teqdîr dike û dixwaze hevkariya bi Misrê ra xurt bike.

Serokê Îstîxbarata Misrê Hesen Reşad, Wezîrê Karên Navxweyî yê HKIyê Rêbar Ehmed û Serokê Teşkîlata Îstîxbaratê ya HKIyê Muhsîn Kemal jî di civîna Sîsî-Barzanî da amade bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.