Serokomarê Fransayê Macron ragihand ku ewê meha Îlonê welatê wî Dewleta Filistînê bi fermî nas bike

Ankara
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand wan biryara naskirina dewleta Filistînê daye û ewê meha Îlonê li Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) di vî warî da daxuyaniyeke fermî bide.
Macron di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Xê got, "Li gorî pabendbûna xwe ya dîrokî ya ji bo aştiyeke dadperwer û mayînde li Rojhilata Navîn, min biryar da ku Fransa dewleta Filistînê nas bike."
Macron di parvekirina xwe da cih da nameya ku ji Serokê Filistînê Mehmûd Ebas ra jî nivîsandibû û ragihand ewê welatê wî biryara xwe ya naskirina dewleta Filistînê di civîna KENY ya ku dê di meha Îlonê da were lidarxistin de, bi fermî ragihîne.
Macron diyar kir ku vê kêlîkê pêdiviya lezgîn a li herêmê ew e ku şerê li Filistînê bê bidawîkirin û gelê sivîl bê rizgarkirin.
Macron banga xwe ya ji bo agirbesteke demildest, serbestberdana dîlên di destê Hemasê da û gihandina alîkariyên mirovî yên berfireh bo Xezeyê dubare kir û tekez kir ku pêwîst e Hemas bê bêçekkirin.
Macron got, "Di heman demê da, divê bêçekkirina Hemasê were misogerkirin, divê Xeze ewle bibe û ji nû va were avakirin. Di dawiyê da, divê dewleta Filistînê were damezrandin û hebûna wê were misogerkirin. Divê ku (Hemas) bi bêçekkirinê qebûl bike û Îsraîlê nas bike. Divê destûr bê dayin li Rojhilata Navîn herkes piştevaniyê bide ewlehiyê."
Macron destnîşan kir ku "ji bo çareserkirina pirsgirêkê alternatîfek din tune" û got ku "berpirsiyariyeke wan e, nîşan bidin ku aştî li herêmê mimkun e."