Dinya

Serokomarê Ermenistanê Sarkisyan îstîfa kir

Serokomarê Ermenistanê Armen Sarkisyan îstîfa kir.

Emre Gürkan Abay  | 23.01.2022 - Rojanekırın : 24.01.2022
Serokomarê Ermenistanê Sarkisyan îstîfa kir

Moskova

Serokomarê Ermenistanê Armen Sarkisyan îstîfa kir.

Sarkisyan di daxuyaniya xwe ya nivîskî de destnîşan kir ku li welatê wî komelek pirsgirêkên siyasî hene û bi mebesta têkoşana li dijî wan ne xwdiyê şert û mercên pêwîst e.

Sarkisyan anî ziman ku weke serokomar xwedanê w^ehêza Destûrî nîn e ku wan pirsgirêkên navxweyî û derekî çareser bike û tekezî li wê yekê kir ku hinek komên siyasî wî û malbata wî kirine armanc.

Sarkisyan herwiha got ku ji ber sedemên navborî tenduristiya wî xirabûye û got, "Ez gelekî fikirîm û min biryar da ku piştî 4 salan ji erksa serokomariyê, ez îstîfa bikim. Ev biryar biryareke hestiyarane nîn e, di çarçoveya pêvajoyeke mentiqî de hat dayin."

Sarkisyanê ku sala 2018an weke serokomar hatibû hilbijartin mîada wî ya serokomariyê sala 2025an dê biqediya.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.