Serokomarê Îranê Rûhanî: "Hêzên Amerîka û Ewropayê di ewlehiyê da nînin"
"Em naxwazin li herêmê pirsgirêka ewlehiyê biqewime. Ji vê herêmê bi aqil û bê şer biçin. Îro eskerên Amerîkayê di ewlehiyê da nînin. Sibê dibe ku eskerên Ewropayê jî di ewlehiyê da nebin. Werin em vegerin ser peymana nukleerê"

Istanbul
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî di tehdîta xwe da got: "Hêzên Amerîka û Ewropayê di ewlehiyê da nînin."
Li gor têlevizyona dewleta Îranê Rûhanî li paytext Tehranê di civîna wezîran da axivî û got: "Em naxwazin li herêmê pirsgirêka ewlehiyê biqewime. Ji vê herêmê bi aqil û bê şer biçin. Îro eskerên Amerîkayê di ewlehiyê da nînin. Sibê dibe ku eskerên Ewropayê jî di ewlehiyê da nebin. Werin em vegerin ser peymana nukleerê."
Di axaftina xwe da Rûhanî destnîşan kir ku vekişîna Amerîkayê ya ji peymana nukleerê ser herêmê tesîreke neyînî kir û wiha domand: "Pirsgirêka ewlehiyê ya li herêmê wê tesîreke neyînî li ser Amerîka, Ewropa û çar aliyê dinyayê bike."
- Daxistina balafira Ukraynayê
Serokomar Rûhanî ji rayedarên eskerî yên Îranê xwest ku bila ew rastiyên der barê daxistina balafira rêwiyan a Rêhewaya Ukraynayê da ji dil û can bi raya giştî ra parve bikin û wiha dewam kir: "Milet ji rayedaran tevgerên ji dil û bi dilsozî hêvî dike. Ez ji Sererkanî û hêzên eskerî rica dikim. Ji serî heya binî hûrgiliyên bûyerê bi raya giştî ra parve bikin. Em ji gel lêborînê bixwazin. Ez di şerê Îran û Iraqê da bi qasî 7 salan berpirsê pergala parastinê bûm. Ne di şer da û ne jî di dîroka Îranê da bûyereke wiha neqewimiye."