Serokomarê Îranê Pizişkiyan: "Em ê bersiva tund bidin her cure êrîşê"
Istanbul
Serokomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan bertek nîşanî daxuyaniyên lîderên Amerîka û Îsraîlê yên îhtimala êrîşa dijî Îranê da.
Pizişkiyan li ser hesabê xwe yê Xê yê medyaya civakî ya navend Amerîkayê biwarê mijarê daxuyaniya nivîskî belav kir.
Serokomarê Îranê wiha got, "Bersiva ku Komara Îslamî ya Îranê dê bide her cure êrîşên zalimane, dê tund û poşmanker be."
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu di ziyareta xwe ya duh a Washingtonê da bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra hatibû cem hev.
Trump bersiv dabû pirseke biwarê îhtimala êrîşa Îsraîlê ya dijî Îranê û gotibû ku ew ji bo rewşeke bi vî rengî vekirî ye.
Trump wiha gotibû, "Ew (Îran) bi encama kirinên xwe beled in. Hûn dizanin encamên wê dê pir giran bin, dibe ku ji yên êrîşa cara çûyî girantir bin. Cara çûyî dema me jê ra vebijêrk pêşkêş kir, Îranê divê bi me ra peyman pêk bianiya."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
