Serokdewletê Rûsyayê Putîn û Serokomarê Sûriyeyê Şara li Moskovayê hevdîtin kir
Moskova
Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Putîn di hevdîtina xwe da ya bi Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şara ra têkiliyên dualî û rewşa li Rojhilata Navîn guftûgo kirin.
Li gor daxuyaniya Qesra Kremlînê Putîn bi Şarayê ku Rûsya ziyaret kir ra li paytext Moskovayê hevdîtin kir.
Putîn piştî hevdîtinê daxuyanî da çapemeniyê û bi bîr xist ku di navbera Sowyetên berê û Sûriyeyê da di sala 1994an da têkiliyên dîplomatîk hatin danîn û nirxandina "Kokên têkiliyên bi Sûriyeyê ra xurt in. Di çarçoveya rastiyên nû da bi saya hewldanên we têkiliyên di navbera Sûriye û Rûsyayê da pêş dikevin."
Putîn bal kişand ku par bi Şara ra hevdîtin kir û axaftina xwe wiha dewam kir:
"Piştî hevdîtina me ya borî di mijara ji nû ava avakirina têkiliyên di navbera dewletên me da gelek tişt hatin kirin. Di warê aboriyê da hevkarî hat zêdekirin. (Di hecma bazirganiya dualî da) Ji sedî 4 zêde bûye. Dibe ku ev ji hêviyên me kêmtir be lêbelê geşedaneke balkêş e. Ji ber vê jî divê ev meyl bê parastin. Di her qadê da ji bo pêşxistina têkiliyên me gelek tişt tên kirin."
Putîn diyar kir ku xebatên Rûs û Sûriyeyê dewam dikin û da zanîn ku heyeteke ji hikûmeta Rûs Sûriyeyê ziyaret kir û xebatên baş kirin.
Putîn behs kir plan dikin ku bi Sûriyeyê ra di qadên cuda da xebatê bikin û got ku şirketên Ûris amade ne ku di pêvajoya ji nû va avakirina Sûriyeyê da cî bigirin.
Putîn hewldanên Şara yên ji bo pêkanîna yekîtiya axa Sûriyeyê teqdîr kir û got ku "Ji ber ku ev pêvajo lez bûye em we pîroz dikin. Me her tim parast ku divê yekîtiya axa Sûriyeyê bê pêkanîn. Em piştgiriyê didin hemû teşebûsên di vî warî da. Entegrasyona herêma Feratê jî pêngaveke girîng e ku di vî mijarê da hatiye avêtin. Em hêvî dikin ku ev piştgiriyê bide ji nû va pêkanîna yekîtiya axa Sûriyeyê."
- "Pirsgirêka herî mezin yekkirina axa Sûriyeyê ye"
Serokomarê Sûriyeyê Şara jî destnîşan kir ku cara duyemîn e Rûsyayê ziyaret dike û got ku "Dema ez ji balafirgehê hatim vir min gelekî berf dît û pişt ra dîrok hat bîra min. Hat bîra min ka hin alî bi çend hereketên eskerî hewl dan ku bigihêjin Moskovayê paşê jî hem wêrekiya gelê Ûris hem jî hewayê nehişt ku êrîş bên kirin."
Şara behs kir ku di navbera herdu welatan da heta îro 13 ziyaretên heyetan hat kirin û got ku "Gelek mijarên em dikarin îstişare bikin û li serê bixebitin hene. Hêvî dikim ku em ê li ser van rawestin û hevdîtin dê baş derbas bibe."
Şara diyar kir ku Sûriyeyê di salek dawîn da geşedaneke girîng bi dest xist û bi bîr xist ku "mueyideyên dijî Sûriyeyê hatin rakirin."
Serokomar Şara pêkanîna yekîtiya axa Sûriyeyê destnîşan kir û got ku "Helbet pirsgirêka herî mezin yekkirina axa Sûriyeyê ye. Em ji par va bi vê mijarê ra eleqedar dibin. Rûsya li Sûriye û herêmê ji bo başkirina rewşê roleke girîng dilîze. Gelekî hewcehiya me îstiqrarê heye. Ji ber vê jî ez ji ber teşebûsên we yûn di vê mijarê da minetdar im."
