Dinya

Serokdewletê Filistîbê Ebas Serokê Fona veberhênanê Mistefa wekî Serokwezîrê nû tayîn kir

Qais Omar Darwesh Omar, Muhammed Emin Canik  | 15.03.2024 - Rojanekırın : 15.03.2024
Serokdewletê Filistîbê Ebas Serokê Fona veberhênanê Mistefa wekî Serokwezîrê nû tayîn kir

Ramallah

 Serokdewletê Filistînê Mehmûd Ebas Alîkarê Serokwezîr ê berê û Serokê Fona Veberhênanê yê Filistîbê Mihemed Mistefa wekî Serokwezîrê nû tayîn kir.

Li gor biryara Serokatiya Dewletê Ebas Serokê Fona Veberhênanê ya Filistînê Mistefa bi avakirina hikûmeta nû peywirdar kir.

Mistefayê ku wekî serokwezîrê nû hat tayînkirin li Bankeya Dinyayê û di serî da Fona Veberhênanê ya Filistînê di saziyên dibin birêvebiriya Filistînê da peywirên cuda kirin.

Serokdewletê Filistînê Ebas di 26ê sibatê da îstifaya hikûmeta Serokwezîr Mihemed Iştiyye qebûl kiribû.

Iştiyye di civîna kabîneyê ya heftane ya ku li Ramallaha bajarê Şerîaya Rojava ya dagirkirî hat lidarxistin da îstifaya xwe pêşkêşî Serokdewlet Ebas kiribû û gotibû ku "Biryar ma di bin siya êrîşên tund ên ku manendê wan tune ye û doza Filistînê û rejima me ya siyasî rast hatiye di bin siya birçîhiştina bi zorî, bi zorî koçkirin û komkujiya li Xezeyê dijî gelê me tê kirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.