Serokdewletê Vatîkanê Papa Leoyê 14an li Stenbolê ayîn li dar xist
Ankara
Serokdewletê Vatîkanê Papa Leoyê 14an li Stenbola ku di çarçoveya ziyareta xwe ya Tirkiyeyê da lê ye ayîn li dar xist û peyamên rêzgirtin û aştiyê da.
Papa Leoyê 14an ê ku di çarçoveya ziyareta xwe da li Stenbolê ye di ayîna ku li Wolksvagen Arenaya li Stenbolê hat lidarxistin da xitabî civakên xiristiyan û vexwendiyan kir.
Papa Leoyê 14an got ku sê pireyên li ser Geliyê Stenbolê girîngiya hewldanên hevpar ên ji bo avakirina pireyên yekîtiyê tîne bîra wî.
Papa Leoyê 14an got ku "Wekî pireyên li ser Geliyê divê xîmê yekîtiyê jî saxlem be, wext û şert nebin sedema qelsiyê û hesasîyet, baldarî û serguhî hewce dike." û ji bo xurtkirin û zeximkirina peywendiyan bang kir ku her cure hewl bên dayîn.
Papa Leoyê 14an got ku "Em dixwqazin ku tiştên me dikin yek teqdîr bikin, dîwarên pêşdarazî û bêewlehiyê xira bikin, zanîn û siyaneta dualî teşwîq bikin, peyameke hêviyê ya xurt bidin her kesê û ji bo dawetkirina aştîxwaziyê hemû bi hev ra bimeşin."
Papa Leoyê 14an dê sibê piştî ziyareta diayê ya li Katedrala Apostolîk a Ermeniyan û "ayîna lawjeyan" a li Dêra Aya Yorgiyê dê beşdarî "merasima teqdîskirina hevpar" a mezhebên xiristiyan bibe.
Papa Leoyê 14an piştî bernameyên xwe yên li Tirkiyeyê dê derbasî Beyrûta paytextê Libnanê bibe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
