Dinya

Serokdewletê Ukraynayê Zelenskiy wê sibê were Tirkiyeyê

Mümin Altaş  | 06.07.2023 - Rojanekırın : 06.07.2023
Serokdewletê Ukraynayê Zelenskiy wê sibê were Tirkiyeyê

Ankara

Serokdewletê Ukraynayê Volodimîr Zelenskiy li ser vexwendina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wê sibê were Stenbolê.

Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê hilda, Serokdewletê Ukraynayê Zelenskiy wê sibê were Tirkiyeyê.

Di ziyaretê da Serokomar Erdogan û Zelenskiy wê bên bal hev û hevdîtinên di nava heyetan da pêk werin.

Di hevdîtinan da wê geşedanên dawîn yên li ser şerê Rûsya-Ukraynayê, Peymana Korîdora Dexl ya dema wê di 17ê Tîrmehê da temam dibe û pêwendiyên herdu dewletan bên gotûbêjkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.