Dinya

Serokdewletê Ukraynayê Zelenskiy piştî hevdîtina xwe ya bi Serokomar Erdogan ra daxuyanî dan

- "Me ji ber siyaneta xwe ya bo Serokê Amerîkayê Trump û Serokomar Erdogan biryar da ku heyetê bişînin Stenbolê" - "Heke agirbesta bêşert û merc di asta serokan da bê mizakerekirin ez li vir im, ji bo hevdîtinên rasterast amade me"

Davit Kachkachishvili  | 15.05.2025 - Rojanekırın : 15.05.2025
Serokdewletê Ukraynayê Zelenskiy piştî hevdîtina xwe ya bi Serokomar Erdogan ra daxuyanî dan

Ankara

Serokdewletê Ukraynayê Volodimîr Zelenskiy diyar kir biryar da ku heyetê bişîne hevdîtinên ku dê ji bo dawîlêanîna şer li Stenbolê bên kirin û got ku "Me ji ber siyaneta xwe ya bo Serokê Amerîkayê (Donald) Trump û Serokomar (Recep Tayyîp) Erdogan biryar da ku heyetê bişînin Stenbolê."

Zelenskiy piştî ku bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra li Kuliyeya Serokomariyê hevdîtin kir hat li ber derê Balyozxaneya Enqereyê ya Ukraynayê û civîna çapemeniyê li dar xist.

Zelenskiy mizakereyên Rûsya-Ukraynayê yên dê li Stenbolê bên lidarxistin nirxand û da zanîn ku Rûsyayê heyeteke payebilind neşand Tirkiyeyê.

Zelenskiy got ku "Dema me asta heyeta Ûris dît mixabin ku dibînin ku di mijara mizakereyên rasteqîn da zehf cidî nînin."

Zelenskiy eşkere kir ku dê heyeta bi serokatiya Rustem Umerovê Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê da bişîne Stenbolê û got ku "Me ji ber siyaneta xwe ya bo Serokê Amerîkayê Trump û Serokomar Erdogan biryar da ku heyetê bişînin Stenbolê."

Zelenskiy ragihand ku di hevdîtina xwe da ya bi Serokomar Erdogan ra axivîn ku heyeta Ukraynayê di 15-16ê gulanê da bi heyetên Tirkiye û Amerîkayê ra bê bal hev û got ku "Em ê bi komên Amerîkayî, Tirk û Ukraynayî ra civînê bikin."

Zelenskiy destnîşan kir ku berî her tiştê divê agirbest pêk bê û got ku "Ez wisa bawer dikim ku divê hemû alî nîşan bidin ku ji bo mizakereyan amade ne. Ez wisa bawer dikim ku divê pêngava ewil agirbesta bêşert û merc be."

Zelenskiy destnîşan kir amade ye ku der barê biryara wekî biryarên wekî agirbestê divê di asta serokên dewletan da bên hildan hevdîtinê bike û wiha axivî: "Heke agirbesta bêşert û merc di asta serokan da bê mizakerekirin ez li vir im, ji bo hevdîtinên rasterast amade me. Em divê pêngava ewil biavêjin. Heke em dest pê nekin dibe ku şer salên dirêj dewam bike."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.