Ahmet Aydın
24 Îlon 2018•Rojanekirin: 25 Îlon 2018
WASHINGTON
Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres qebûl kir.
Serok Erdogan ku ji bi mebesta beşdariya 73yemîn Hevdîtinên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorka bajarê Amerîkayê ye li Navenda Giştî ya NYê digel Sekreterê Giştî yê NYê Antonio Guterres civînek li dar xist.
Erdogan beriya hevdîtinê deftera ziyaretê ya Guterres îmze kir.
Piştî hevdîina ku ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin, hat ragihandin ku dê Serok Erdogan civînên xwe yên dualî bidomîne.
- Damezrîner û Rêveberê Korbenda Aboriya Cîhanî Klaus Schwab qebûl kir

Ji aliyekî din ve Erdogan Damezrîner û Rêveberê Korbenda Aboriya Cîhanî Klaus Schwab qebûl kir.
Serok Erdogan ku ji bi mebesta beşdariya 73yemîn Hevdîtinên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorka bajarê Amerîkayê ye li Navenda Giştî ya NYê digel Schwab civiya.
Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin.