Serokê Îstixbarata Misrê li Îsraîlê bi Netanyahu ra li ser peymana Xezeyê hevdîtin kir
Quds
Serokê Îstixbarata Misrê Hesen Mehmûd Reşad serê sibehê hat Îsraîlê û bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu û rayedarên Îsraîlî yên payend ra li ser peymana Xezeyê hevdîtin kir.
Li gor nûçeya KANa têlevîzyona dewletê ya Îsraîlê, di hevdîtinê da derbasbûna qonaxa duyemîn a plana ku Serokê Amerîkayê Donald Trump pêşkêş kir, hat rojevê.
Reşad û Netanyahu li ser derbasbûna qonaxa duyemîn a peymana Xezeyê sekinîn. Reşad bi Dîrektorê Şîn-Beta (Şabak) teşkîlata îstixbaratê ya navxweyî David Zini û payebilindên din ên Îsraîlî ra jî hevdîtin kir.
"Extra News"a kanala Misrê daxuyand ku Reşad wê bi Steve Witkoffê Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn ê Trump ra jî hevdîtinê bike.
Jared Kushnerê zavayê Trump û Witkoff duh, Alîkarê Serokê Amerîkayê J.D. Vance jî îro hatibûn Îsraîlê.
Rayedarên Amerîkayî ragihandibûn ku ew ê li ser derbasbûna qonaxa duyemîn a peymana agirbestê ya li Xezeyê hevdîtinê bikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
