Serokê YNKê Talebanî bi Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Amerîkayê Barrack ra der barê mijarên herêmî da hevdîtin kir
Ankara
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) yê li Iraqê Bafil Talebanî bi Balyozê Tirkiyeyê yê Amerîkayê û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Tom Barrack ra di serî da Iraq mijarên herêmî guftûgo kir.
Li gor daxuyaniya Ofîsa Talebanî li Silêmaniyê bi Barrack û Ferhat Ebdî Şahînê bi kod navê Mezlûm Ebdî yê ku yek ji serkirdeyên YPGya rêxistina terorê ye ra hevdîtin kir.
Di hevdîtinê da Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Qubad Talebanî û Meslehetguzarê Bexdayê yê Amerîkayê Joshua Harîsê jî cî girtin.
Di hevdîtina ku Talebanî û Barrack di serê da Iraq mijarên herêmî guftûgo kirin da mijara hikûmeta Iraqê ya tê payîn ku bê avakirin jî bi berfirehî cî girt.
Aliyan der barê ji bo ku li Bexdayê hikûmet bê avakirin divê astengiyên li pêş bên helkirin û destnîşan kirin ku divê Iraq wekî welatekî desthilatdar û murefeh bimîne.
Talebanî û Barrack mutabiq man ku divê hikûmeta HKIyê jî bê avakirin.
Ji hêla din va di civîna ku Talebanî, Barrack û Ebdî beşdar bûn da rewşa dawîn a li Sûriyeyê jî hat guftûgokirin.
Di hevdîtina navborî da aliyan "hewcehiya bo Sûriyeyekî ku ji hemû pêkhateyan ra rêz tê girtin anîn ziman û diyar kirin ji bo ku Sûriye li herêmê û di civaka navneteweyî da bibe wekî welatekî avakar dê bi hev ra bixebitin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
