Dinya

Serokê Yekîtiya Alimên Misilman ên Dinyayê Raysunî daxuyand ew ji bo Filistînê biparêzin seferber bûne

Türkan Tosun  | 24.09.2020 - Rojanekırın : 25.09.2020
Serokê Yekîtiya Alimên Misilman ên Dinyayê Raysunî daxuyand ew ji bo Filistînê biparêzin seferber bûne

Rabat

Serokê Yekîtiya Alimên Misilman ên Dinyayê Ehmed er Raysunî got "Alimên Misilman ji bo parastina Filistînê û Mescîda Eqsayê niha ji berê zêdetir seferber bûne û xwedî hişmendiyekê ne."

Raysunî ji nûçegihanê AAyê ra behsa têkiliyên Îsraîlê û welatên Kendavê yên normalbûne kir û wiha axivî: "Mijara Filistînê mijareke kur e. Mijara gel e. Ji ber vê biryara teqez hêdî bê dayîn jî biryara gel e."

Raysunî anî ziman heqê gelê Ereb tune ku der barê mijarên tesîrê li ser wan dikin da biaxivin û wiha dewam kir: "Lê li hemberî projeyên dîktatoriyê, dagirker û sîyonîst bertekeke wan a mezin û mixalefetek heye. Heke rewşa normal serkeftî bûbûya wê li Misir û Urdunê bi ser biketa. Beriya wê li Filistîna ku di bin dagirkeriya siyonîstan da ye wê bi ser biketa."

- Pêvajoya normalbûnê

Der barê rewşa normalbûnê da Raysunî got ev peymaneke berê hema bibêje 10 sal in li ser xebat dihat kirin û wiha dewam kir: "Gava ewil şehîdkirina fermandarê Filistînî Mehmûd el Mebhuh bû di 2010an da li Dubaiyê hat şehîdkirin. MOSSAD û hêzên ewlehiyê yên MYEyê bi hev ra operasyon kirin. Balyozê Filistînê yê MYEyê heman salê ji welêt hat dûrxistin. Di sala 2010an da hevkariya siyonîst bi hev ra suîkast dikirin, têkiliya MYE û Filistînê xirab bûbû."

Raysunî anî ziman ji ber Bihara Ereban hişmendiya demokrasî û mafên mirovan zêde bû, ji ber vê MYE ji îradeya gel tirsiya û xwe sparte Îsraîlê.

Paşê Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rûhê zorbetiyê û Xaçliyan rêya normalbûnê vekir.

- Alimên Misilman normalbûnê qebûl nakin

Raysunî anî ziman alîmên Misilman rewşa normalbûnê qebûl nakin û wiha dewam kir: "Hejmara alimên piştgiriyê didin têkiliyên normal ên MYE û Behreynê hema bibêje sifir e ku em ji ber vê kêfxweş in. Bi hezaran alim bixwe vîna xwe ya azad dijî vê gava îxanetê derketin."

Raysunî anî ziman ev lihevkirin tê şermezarkirin û wiha got: "Alimên Misilman ji bo parastina Filistînê û Mescîda Eqsayê niha ji her demê zêdetir seferber bûne û xwedî hişmendiyekê ne."

- Peymana Îsrail û Behreynê û peymana bi MYEyê ra

Serokê Amerîkayê Trump di 13ê tebaxê da daxuyandibû Îsraîl û MYE, di 11 îlonê da jî daxuyandibû Îsraîl û Behreynê biryar dan ku êdî têkiliyên wan normal bibin.

MYE û Behreynê di 15ê îlonê da li Qesra Spî bi merasimê va peyman îmze kirin ku têkiliyên wan û Îsraîlê êdî normal bibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın