Serokê MÎTê Kalin li Trablûsê digel Serokê Konseya Serokatiya Libyayê Menfî civiya
Trablus
Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin li Trablûsê digel Serokê Konseya Serokatiya Libyayê Mihemed Menfî civiya.
Di daxuyaniya Konseya Serokatiya Libyayê da hat destnîşankirin ku Kalin di civînê da silavê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Menfî kir.
Di hevdîtinê da têkiliyên Tirkiye-Libyayê û pêşhatên herêmî û xwecihî hatin gotûbêjkirin.
Her wiha tekezî li giringiya aramiya Libyayê hat kirin ku ji bo ewlehiya herêmî hêmaneke bingehîn e û şêwrên di navbera Tirkiye û Libyayê da ji bo piştgiriya vê yekê berdewam in.
Hat ragihandin ku Kalin di çarçoveya hemahengiya berdewam a di navbera herdu welatan da, derbarê geşedanên dawî yên li ser balafira heyeta eskerî ya Libyayê da ku di 23ê Çileya Pêşîn a 2025an da li Enqerê ket agahî daye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
