Dinya

Serokê HKIyê Barzanî: "Li Sûriyeyê di çêbûna aştiyê da rola Tirkiyeyê pir erênî bû"

Haydar Şahin  | 17.02.2026 - Rojanekırın : 17.02.2026
Serokê HKIyê Barzanî: "Li Sûriyeyê di çêbûna aştiyê da rola Tirkiyeyê pir erênî bû"

Ankara

 Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî diyar kir, di çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê da rola Tirkiyeyê pir erênî bû û heke alîkarî û piştgiriya Tirkiyeyê nebûya îro gelek tiştên ku hatin kirin, wê pêk nehatana.

Barzanî beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bû û li wê derê ji medyaya herêmî ra rewşa Sûriyeyê nirxand û diyar kir ku ew piştgiriyê didin diyaloga navbera rêvebiriya Şamê û rêxistina terorê YPGyê û daxuyand ku di çareserkirina krîza Sûriyeyê da rola Tirkiyeyê erênî bû.

Barzanî destnîşan kir, dema ku li Sûriyeyê pirsgirêk hebûn, ew timî bi Tirkiyeyê ra di nava têkiliyê da bû û wiha dewam kir, "Ez dikarim vê bêjim ku rola Tirkiyeyê pir erênî bû, heke alîkarî û piştgiriya Tirkiyeyê nebûya îro gelek tiştên ku hatin kirin, wê pêk nehatana."

Barzanî li ser pêvajoya operasyona ku hêzên hikûmeta Sûriyeyê li Helebê dijî YPGyê kir, sekinî û wiha got, "Dema ku meriv ji wê derê (ji Helebê) bi aramî hatin texliyekirin, bi rastî jî Tirkiyeyê roleke pir mezin leyîst. Rola Tirkiyeyê pir erênî bû. Ji bo ku HSD û hikûmeta Sûriyeyê peymaneke hevpar îmze bikin, roleke alîkar leyîstin. Bi qasî ku min dît rola wan pir çêker bû."

Barzanî peymana navbera rêvebiriya Şamê û YPGyê destnîşan kir û wiha got, "Heke hûn ji Şamê bipirsin li gorî wan gelek tişt dan Kurdan (YPG). Heke hûn ji Kurdan (YPG) bipirsin, li gorî wan gelek kêm tişt hildan. Lê li gorî fikra min tiştên ku pêk hatin ji bo her du aliyan jî wê baş bibin."

Barzanî daxuyand, ew wekî HKI piştgiriyê didin ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê di çarçoveya Sûriyeyeke yekpare da encameke qenc pêk were û wiha dewam kir, "Xala ku em girîngiyê didinê ev e, ji bo Rojava (Bakur û bakurê rojhilata Sûriyeyê) û ji bo pêkhateyên din çi tê kirin, divê ev bi awayekî di qanûna bingehîn a Sûriyeyê da cih bigire."

Barzanî li ser fikrên ku dibêjin bila modela HKIyê li Sûriyeyê jî bisepînin sekinî û wiha dewam kir, "Divê em di vê mijarê da rasteqîn bin. Ne pêkan e ku heman modela Kurdistana Iraqê (HKI) li Sûriyeyê were sepandin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.