Serokê DYAyê Trump eşkere kir ku ewê ji sedî sed tarîfeyeke îlawe li ser Çînê cîbicî bikin

Washington DC
Serokê DYAyê Donald Trump eşkere kir ku ewê ji 1ê Mijdarê şûn va ji sedî sed tarîfeyeke îlawe baca gumrukê li ser Çînê cîbicî bikin û ewê ji bo hemî bernameyên krîtîk kontrola îxracatê bisepînin.
Trump ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê mijarê da parvekirin kir.
Serokê DYAyê Trump diyar kir ku Çînê helwesteke pir êrîşkar li ser bazirganiyê girtiye, nameyeke pir "dijminane" şandiye û diyar kiriye ku ji 1ê Mijdarê pê va, ew ê kontrolên berfireh ên îxrackirinê li ser hema hema hemû berhemên ku ew çêdikin, heta hin berhemên ku ne yên wan in, ferz bikin.
Trump destnîşan kir ku vê yekê bê îstîsna bandor li hemû welatan kir û ew planeke ku bi salan berê hatiye çêkirin bû û got, "Ev di bazirganiya navneteweyî da bi tevahî tiştekî nebihîstî ye û di têkiliyên bi welatên din ra şermeke exlaqî ye."
Trump wiha pê da çû:
"Dema em vê helwesta bêhempa ya Çînê ber bi çav bigirin, bi tenê li ser navê DYAyê, ne li ser navê welatên din ên ku bi tehdîdên mîna vê ra rû bi rû ne, ji 1ê Mijdarê pê va (an zûtir, li gorî tedbîr an guhertinên din ên ku Çîn dikare bike), DYA dê li ser Çînê bi rêjeya ji sedî sed bacên gumrikê li ser zêdeyî bacê ku niha dide, ferz bike. Wekî din, em ê di 1ê Mijdarê da kontrolên îxracatê li ser hemû bernameyên krîtîk bisepînin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.