Dinya

Serokê DYAyê Trump derbarê xwepêşandanên li Îranê vîdyo parve kir

Yasin Yorgancı  | 09.01.2026 - Rojanekırın : 10.01.2026
Serokê DYAyê Trump derbarê xwepêşandanên li Îranê vîdyo parve kir

Ankara

 Serokê DYAyê Donald Trump derbarê xwepêşandanên li Îranê ku bi sedema pirsgirêkên aborî dest pê kirin û veguhêzîn çalakiyên dijî rejimê vîdyo parve kir.

Trump vîdyoyek ji televîzyona Kanal 13 ya Îsraîlê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Truth Social a DYAyê parve kir.

Trump di serenava vîdyoya xwe da cih da heman gotinên di nava nuçeya vîdyoyê da û got, "Zêdetirî milyonek kesî xwepêşandan li dar xist: Duyemîn bajarê herî mezin ê Îranê rastî xwepêşandanan hat, hêzên rejimê vekişiyan."

Di vîdyoyê da jî tê gotin, "Hejmara beşdarên xwepêşandanên li Meşheda duyemîn bajarê herî mezin ê Îranê, ji milyonekî derbas bûye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.