Dinya

Serokê DYAyê Trump bang li Îranê kir ku di danûstanan da "hê maqûltir" be

Şilan Turp  | 17.02.2026 - Rojanekırın : 17.02.2026
Serokê DYAyê Trump bang li Îranê kir ku di danûstanan da "hê maqûltir" be

Ankara

 Serokê DYAyê Donald Trump, beriya danûstanên nukleerê ku biryar e li cenevreyê birêva biçin, bang li Îranê kir ku di danûstanan da "hê maqûltir" be û got, "Ez difikirim ku ew naxwazin encamên rênekeftinê bibînin. Bi ya min ew dixwazin rêkeftinek bê kirin."

Serokê DYAyê dema vegera ji Florîidayê bo Washingtonê di balafirê da ji endamên çapemeniyê ra rojev nirxand.

Trump bal kişand ser danûstanên bi Îranê ra ku dê li Cenevreyê bên kirin û diyar kir ku ew pêvajoyê ji nêz va dişopîne û dê bi awayekî nerasterast beşdarî danûstanan bibe.

Trump derbarê danûstanan da got, "Ev danûstan dê pir giring bin. Em ê bibînin ka çi dibe. Îran bi gelemperî danûstankarekî pir dijwar e."

Trump her wiha got, "Ez difikirim ku ew naxwazin encamên rênekeftinê bibînin. Bi ya min ew dixwazin rêkeftinek bê kirin."

Serokê DYAyê destnîşan kir ku berê derfeta Îranê hebû ku rêkeftinekê bike lê nekir, ji ber vê yekê ew neçar man ku balafirên B-2 bişînin û tekez kir ku ew ê nehêlin Îran xwedî potansiyela çekên nukleerî be.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın