Serokê Dewleta Vatîkanê Papayê Leoyê 14emîn wê ziyareta xwe ya ewil a fermî û dereke li Tirkiyeyê bike

Holy See (Vatican City State)
Hat ragihandin ku pêşengê ruhanî yê katolîkan û Serokê Dewleta Vatîkanê Papa Leoyê 14emîn wê ziyareta xwe ya ewil a fermî û dereke li Tirkiyeyê bike.
Berdevkê Çapemeniyê yê Vatîkanê Matteo Bruni daxuyaniya nivîskî da û diyar kir, li ser deweta Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û miqamên dînî Papa Leoyê 14emîn wê di 27-30 Mijdarê da Tirkiyeyê ziyaret bike.
Hat gotin ku di dema ziyareta Tirkiyeyê da Papa wê ji bo wesîleya sala 1700emîn a Konsîliya Îznikê ya Yekemîn biçe Îznikê jî.
Li gor daxuyaniya Brunî Papa Leoyê 14emîn wê piştî Tirkiyeyê di 30ê Mijdarê û 2yê Berfanbarê da Libnanê jî ziyaret bike.
- Papa Leoyê 14emîn wê bibe Papayê 5emîn ê ku Tirkiyeyê ziyaret dike
Li gor daxuyaniya îro ya Vatîkanê, Papa Leoyê 14emîn piştî ku dest bi wezîfeyê kir, wê ziyareta xwe ya ewil a fermî û dereke li Tirkiyeyê bike û ev ziyaret teqez bû.
Bi vê ziyaretê va Papa Leoyê 14emîn wê bibe Papayê 5emîn ê ku Tirkiyeyê ziyaret dike.
Papa Franciscus di 2014an da, Papa Benediktusê 16emîn di 2006an da, Papa Ioannes Paulusê 2yemîn di 1979an da û Papa Paulusê 6emîn di 1967an da Tirkiye ziyaret kiribû.