Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn bi Serokê Amerîkayê Trump ra bi telefonê axivî
- "Ji nû va destpêkirina hevdîtinên li Stenbolê, nîşan da ku alî "bi gelemperî li ser rêya rast" in"

Moskova
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn daxuyand ku ew bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra bi telefonê axivî û wiha got: "Ji nû va destpêkirina hevdîtinên li Stenbolê, nîşan da ku alî "bi gelemperî li ser rêya rast" in."
Putîn piştî axaftina xwe ya bi telefonê ya bi Trump ra ya ku qasî du saetan dewam kir, li Soçiyê daxuyanî da endamên çapemeniyê.
Putîn anî ziman ku axaftina wî ya bi Trump ra pir zelal derbas bû ku ev jî pir bikêrhatî ye.
Putîn daxuyand ku di mizakereyên rasterast ên di navbera Rûsya û Ukraynayê da Amerîkayê piştgirî da û ji ber vê piştgiriyê wî jî spasiya Trump kir û wiha got: "Serokê Amerîkayê Trump helwesta xwe ya der barê bidawîanîna pevçûnan û agirbestê da bi eşkere nîşan da. Min jî ragihand ku di krîza Ukraynayê da Rûsya alîgirê çareseriyeke aştiyane ye."
Putîn diyar kir li Ukraynayê ji bo agirbesteke demeke diyarkirî divê "peymanên guncaw" çêbibin û wiha got: "Ji nû va destpêkirina hevdîtinên li Stenbolê (ya bi Ukraynayê ra), nîşan da ku alî "bi gelemperî li ser rêya rast" in."
Putîn wiha dewam kir: "(Bi Trump ra) Axaftin baş bû û ez axaftinê pir biqîmet dinirxînim. Di heman demê da ez dixwazim bibêjim ku tevgera Rûsyayê gelemperî eşkere ye. Ji bo me tişta herî girîng ew e ku sedemên bingehîn ên vê qeyranê ji holê bên rakirin. Heke tiştek hewce bike ku bê eşkerekirin, Berdevkê Kremlînê Dmîtrîy Peskov û Şêwirmendê Polîtîkaya Derva ya Kremlînê Yurîy Uşakov paşê wê hin hurgiliyan eşkere bikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.