Dinya

Serokê Dadgeha Xezeyê Falk: "Em ê di dawiya Cotmehê da li Stenbolê bicivin"

"Em ê di dawiya Cotmehê da li Stenbolê bicivin û juriya wîjdanê wê biryara xwe ya dawî bide û wê darazên xurt bike"

Muhammet Tarhan  | 18.08.2025 - Rojanekırın : 20.08.2025
Serokê Dadgeha Xezeyê Falk: "Em ê di dawiya Cotmehê da li Stenbolê bicivin"

Istanbul

Serokê Dadgeha Xezeyê û Raportorê Taybet ê berê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Filistînê Rîchard Falk wiha got: "Em ê di dawiya Cotmehê da li Stenbolê bicivin û juriya wîjdanê wê biryara xwe ya dawî bide û wê darazên xurt bike."

Falk di "Civîna Çapemeniyê ya Rewşa Awarte ya Dadgeha Xezeyê" ya ku li otêleke Stenbolê hat lidarxistin da axivî.

Falk diyar kir wek Dadgeha Xezeyê heke tevdîrên cidî û xurt neyên dîtin, xelaskirina gelê Xezeyê ku 22 meh in rastî qirkirinê tên wê pir derengî bikeve û got mirovahî ji bo vê yekê tevbigere hewldanan didomîne.

- "Em ê di dawiya Cotmehê da li Stenbolê bicivin"

Falk got "Em ê di dawiya Cotmehê da li Stenbolê bicivin û juriya wîjdanê wê biryara xwe ya dawî bide û wê darazên xurt bike" û anî ziman hêviya wî ew e ku hewldaneke civakî ya sivîl a bi vî rengî bi bandor be.

Falk wiha axivî: "Armanca dawîn a projeya siyonîst ew e ku serdestiya Cihûyan aram bike û hebûna fizîkî û siyasî ya berxwedana gelê Filistînê kêm bike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.