Dinya

Serokê Amerîkayê Trump xwest ku doza bêrêtiyê ya li dijî Netanyahu were betalkirin

Şerife Çetin  | 26.06.2025 - Rojanekırın : 26.06.2025
Serokê Amerîkayê Trump xwest ku doza bêrêtiyê ya li dijî Netanyahu were betalkirin

New York

 Serokê Amerîkayê Donald Trump doza bêrêtiyê ya li dijî Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu wekî "nêçîra cazûyan" bi nav kir û xwest ku doz tavilê were betalkirin.

Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê peyamek parve kir.

Trump anî ziman ku ew û Netanyahu bi hev ra ji "dojehê" derbas bûn, lewra wan li dijî Îrana ku dijminê sereke yê Îsraîlê ye serkeftineke mezin bi dest xist û got ew ji bo ku Îsraîl bijî şer dikin.

Trump îdia kir ku di dîroka Îsraîlê da tu kesî bi qasî Netanyahu bi biryardarî şer nekiriye" û roja duşemê gazîkirina Netanyahu ya ji bo dadgehê jî wekî "nêçîra cazûyan" bi nav kir.

Trump îdia kir ku Netanyahu tiştên "gelekî çêtir" heq dike, pesnê wî da û wiha dewam kir: "Divê doza Binyamîn Netanyahu tavilê were betalkirin an jî divê qehremanekî mezin ê ku ewqas tişt ji bo dewletê kirine were efûkirin."

Her wiha Trump diyar kir ku kes nikare bi qasî Netanyahu bi wî re evqas baş bixebite û wiha got: "Yê ku Îsraîl xilas kir Amerîka ye û niha jî yê ku Binyamîn Netanyahu xilas bike dîsa Amerîka ye. Ev şerma ku jê re dibêjin qaşo edalet e, nayê qebûlkirin!"

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.