Serokê Amerîkayê Trump, Serokê Dewleta Ukraynayê Zelenskî û pêşengên Ewropayê beriya civînê daxuyanî dan

Ankara
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo pêvajoya aştiyê ya Rûsya-Ukraynayê, Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskî û pêşengên Ewroapyê li Qesra Spî kirin mêvan.
Trump û mêvanên wî beriya ku bicivin, daxuyanî dan çapemeniyê.
Trump got, "Serokê Dewletê (ê Rûsyayê) Putîn garantiyên ewlehiyê yên ji bo Ukraynayê qebûl kirin. Qebûlkirina wî gaveke pir girîng e û em ê vê binirxînin."
Serokê Dewleta Ukraynayê Zelenskî jî got: "Pir girîng e ku Amerîka nîşaneyeke ev qas xurt nîşan dide û seba garantiyên ewlehiyê amade ye."
Seroka Komîsyona YEyê von der Leyenê got: "Bihîstina ku em li ser garantiyên ewlehiyê dixebitin, pir baş e. Wekî benda pêncemîn (a NATOyê) garantiyên ewlehiyê pir girîng in."
Serokwezîrê Îngiltereyê Keir Starmer jî wiha got: "Civîna sê alî, wê piştgiriyê bide garantiyên ewlehiyê yên Ukraynayê û çareserkirina pirsgirêkên dijwartir."
Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte got: "Heke em baş tevbigerin, em ê bikaribin vî (şerê Ukrayna-Rûsyayê) bi dawî bikin. Em mecbûr in ku bi dawî bikin." û ji Trump ra wiha got: "We got em amade ne ku tevî garantiyên ewlehiyê bibin. Ev gaveke mezin e, bi rastî jî destpêk e. Wê her tiştî biguherîne."
Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz bal kişand ser pêknehatina agirbestê û wiha got: "Li gorî fikra min heke (di navbera Rûsya-Ukraynayê da) agirbest çênebe, civîneke din pêk nayê. Nexwe em li ser vê (agirbestê) bixebitin."
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jî bal kişand ser agirbestê û wiha got: "Ji bo lidarxistina civîna sê alî mecbûriyetek e ku hûn agirbestê bixwazin an jî qet nebe divê kuştinên (li Ukraynayê) bisekinin."
Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Melonî li ser yekîtiyê sekinî û wiha got: "(Şerê Rûsya-Ukraynayê) Heke em bixwazin ku aştî û edalet çêbibe, divê em bibîr bînin ku divê em bibin yek û wisa bikin."