Dinya

Serokê Amerîkayê Trump: "Li Xezeyê (seba agirbestê) pêşketineke mezin heye"

Selen Valente Rasquinho  | 25.06.2025 - Rojanekırın : 25.06.2025
Serokê Amerîkayê Trump: "Li Xezeyê (seba agirbestê)  pêşketineke mezin heye"

Brussels Hoofdstedelijk Gewest

 Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, Nûnerê wî yê Taybet yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff jê ra got ku li Xezeyê agirbest pir nêz e û wiha got, "Ji bo Xezeyê pêşketineke mezin heye."

Trump li Laheya bajarê Hollandayê beriya rûniştina pêşengan a Civîna NATOyê bi Sekreterê Giştî yê Tifaqê Mark Rutte ra hevdîtin kir.

Trump pirsên rojnamegeran bersivandin û li ser rewşa dawîn a agirbesta navbera Îsraîl-Îranê sekinî.

Trump wiha xeberda, "(Rewş) Bi min pir baş e. Pir baş e. (Balafirên) Îsraîlê duh vegeriyan. Ez bi wan serbilind bûm. Ji ber ku li gorî wan binpêkirin heye, loma rabûbûn. Ji aliyê teknîkî va mafdar bûn, lê encam wê pir baş nebûya. Û gazî balafiran kirin û vegerandin."

- Rewşa li Xezeyê

Trump der barê rewşa li Xezeyê da jî ragihand ku Nûnerê wî yê Taybet yê Rojhilata Navîn Witkoff jê ra got ku li Xezeyê agirbest pir nêz e û wiha got, "Ji bo Xezeyê pêşketineke mezin heye."

- Êrîşa Amerîkayê ya li dijî tesîsên nukleerê yên Îranê

Trump êrîşa ku Amerîkayê bir ser tesîsên nukleerê yên Îranê wekî "operasyoneke nuwaze" û "serkeftineke kesnedîtî" pênase kir û daxuyand ku êrîşê bernameya nukleerê ya Tehranê "dehan sal" paşve bir.

Trump got, "Li gorî min wê êdî tu carî vê careke dinê nekin." û îdiaya CNN û New York Timesê ku gotin bi temamî pêşî li ber kapasîteya hilberînê ya çeka nukleerê ya Tehranê nehat girtin jî bi "derewkariyê" sûcdar kir.

Rojnamegerekî ji Trump pirsî û got ku heke Îran bernameya nukleerê cardin bide destpêkirin, Amerîka wê cardin êrîşî vî welatî bike yan na. Trump wiha got, "Helbet, lê ji bo vê hewce wê nemîne ku fikara we çêbe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.