Dinya

Serokê Amerîkayê Trump li dîwana Qraliyetê bi bîn Selmanê prensê welîehd ra civiya

İbrahim Khazen, Esat Fırat, Çağrı Koşak  | 13.05.2025 - Rojanekırın : 13.05.2025
Serokê Amerîkayê Trump li dîwana Qraliyetê bi bîn Selmanê prensê welîehd ra civiya

Riyad

 Prensê Welîehd Muhammed bîn Selman digel Serokê Amerîkayê Donald Trump û heyeta digel wî li Dîwana Qraliyetê ya Qesra Yemameyê ya Erebistana Siûdî hat bal hev.

Prensê Welîehd ê Erebistana Siûdî, li Qesra Yemameyê ya li Riyadê bi merasimeke fermî pêşwazî li Trump kir.

Piştî pêşwazîkirinê di navbera herdu serokan da hevdîtineke demkurt hat kirin. Dîmenên hevdîtinê li ser kanala fermî El-Îxbariye ya Erebistana Siûdî hatin weşandin.

Çapemeniya Erebistana Siûdî ragihand ku ji bo Forûma Veberhênanê ya Erebistana Siûdî-Amerîkayê amadehî tên kirin.

Di çarçoveya ziyareta Trump da mijarên tê payin ku wê bên axaftin ev in:

Di ziyareta Trump da wê meseleyên dualî û herêmî yên aborî, siyasî û eskerî bên nîqaşkirin.

Li gor çapemeniya Amerîkayê Trump plan dike ku ji Erebistana Siûdî veberhênaneke qasî 1 trîlyon dolarî bikşîne lê rêveberiya Siûdî soza veberhênana qasî 600 milyar dolarî dide.

Di pêvajoya ziyaretan da tê payin ku di navbera Amerîka û Erebistana Siûdî da peymanên giring ên bazirganî û yên li ser çekê bên çêkirin.

Serokê Amerîkayê digel rayedarên Erebistana Siûdî wê li ser meseleyên herêmî û navneteweyî jî bisekine.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.