Dinya

Serokê Amerîkayê Trump "ji bo lihevkirinê" heta roja duşemê BSTyê saet 01.00ê wext da Hemasê

Hakan Çopur  | 03.10.2025 - Rojanekırın : 04.10.2025
Serokê Amerîkayê Trump "ji bo lihevkirinê" heta roja duşemê BSTyê saet 01.00ê wext da Hemasê

Washington DC

Serokê Amerîkayê Donald Trump parast ku plana Xezeyê planeke baş e û ragihand ku ji bo "lihevkirinê" heta 6ê cotmehê roja duşemê bi saeta Tirkiyeyê (BST) saet 01.00ê wext da Hemasê.

Serokê Amerîkayê di daxuyaniya xwe ya ji ser hesabê Truth Socîalê bang kir ku plana agirbesta li Xezeyê ji hêla Hemasê va bê qebûlkirin.

Trump parast ku plana agirbesta li Xezeyê ji hêla welatên herêmê va jî hat qebûlkirin û "planeke baş e ku dê aştiyî-ê bîne herêmê" û diyar kir ku ji bo "lihevkirinê" heta 6ê cotmehê roja duşemê bi saeta Tirkiyeyê (BST) saet 01.00ê (bi saeta rojhilat a Amerîkayê heta roja yekşemê saet 18.00ê) wext da Hemasê.

Trump da zanîn ku heke lihevkirin çêbe dê dawî li şîdetê bê û got ku "Ev ji bo her kesê peyameneke nuwaze ye. Heke ev peymana ku şensê dawîn e neyê kirin ji bo Hemasê dê qiyamet rabe ku berî niha nehatiye dîtin."

Trump diyar kir heke lihevkirin çêbe dê dest nedin şervanên Hemasê û da zanîn ku ev ji bo Hemasê "derfeta dawîn".

Trump got dixwaze ku Filistînî biçin herêmên ewledartir ên li Xezeyê û divê hemû êsîr bên berdan.

- Trump, "Hemas ji bo aştiyeke mayînde amade ye, divê Îsraîl êrîşên li ser Xezeyê tavilê rawestîne"

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir, ew bawer dike ku Hemas ji bo "aştiyeke mayînde" amade ye û got, "Divê Îsraîl tavilê bombebarankirina Xezeyê rawestîne da ku em karibin girtiyan bi lez û bez û bi ewlehî derxin."

Serokê Amerîkayê Trump li ser hesabê xwe medyaya civakî der barê berteka Hemasê ya li hember plana agirbesta Xezeyê da daxuyanî da.

Trump di daxuyaniyê da got, "Li gorî daxuyaniya ku Hemasê nû da, ez bawer dikim ku ew ji bo aştiyeke mayînde amade ne. Divê Îsraîl tavilê bombebarana Xezeyê rawestîne da ku em karibin girtiyan bi lez û bez û bi ewlehî ji wir derxin."

Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku rewşa niha ya li Xezeyê ewle nînee û got, "Em ji niha va li ser hûrgiliyan nîqaşan dikin. Ev ne tenê li ser Xezeyê ne, li ser aştiya Rojhilata Navîn e ku demeke dirêj e tê xwestin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.