Serokê Amerîkayê Trump ji ber ku ceza li platforma Xê birî, bertek nîşanî YEyê da
Washington DC
Serokê Amerîkayê Donald Trump der barê cezayê 120 milyon ewroyî yê ku ji hêla Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo platforma medyaya civakî Xê ya ku navenda wê li Amerîkayê ye hatiye birîn da wiha got: "Dema ku Ewropa tiştekî dike, divê pir baldar be. Em dixwazin Ewropa bila wek Ewropa bimîne, lê niha Ewropa ber bi rêyeke pir xirab va diçe."
Serokê Amerîkayê Trump piştî civîneke li Qesra Spî ya ji bo piştgiriya cotkaran hat lidarxistin, pirsên çapemeniyê yên li ser rojevê bersivandin.
Trump der barê cezayê 120 milyon ewroyî yê ku Komîsyona YEyê ji bo platforma medyaya civakî Xê biriye da anî ziman ku ew ji ber vê biryarê qet ne razî ye.
Trump daxuyand ku xwediyê platforma Xê Elon Musk hê der barê vê mijarê da bi wî ra neketiye têkiliyê, lê ew ê bi wî ra biaxive û hûrgiliyên vê mijarê hîn bibe.
Serokê Amerîkayê Trump ji ber cezayê hişyarî da YEyê û wiha got: "Dema ku Ewropa tiştekî dike, divê pir baldar be. Em dixwazin Ewropa bila wek Ewropa bimîne, lê niha Ewropa ber bi rêyeke pir xirab va diçe."
- YEyê ceza da Xê
Yekîtîya Ewropayê (YE) ji ber ku platforma medyaya civakî Xê erkên xwe yên li gor Qanûna Xizmetên Dîjîtal (DSA ) binpê kiriye, 120 milyon ewro ceza da şirketê.
Hatibû daxuyandin ku îşareta şîn a pesendkirinê ya Xê bi awayekî ku mirovan dixapîne hatiye çêkirin, reklamên wê ne zelal in û lêkolîner nikarin xwe bigihînin daneyên eşkere yên ji bo kamuyê û ji ber van sedeman ceza lê hatiye birîn.
Xwediyê platforma Xê Elon Musk ê Amerîkî yê milyarder piştî biryarê peyam parve kiribûn û anîbû ziman ku divê YE belav bibe û YEyê şibandibû "Almanyaya Nazî"yan.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
