Dinya

Serokê Amerîkayê Trump hevdîtina ku wê li Budapeşteyê bi Putîn ra bikira, betal kir

Hakan Çopur  | 22.10.2025 - Rojanekırın : 22.10.2025
Serokê Amerîkayê Trump hevdîtina ku wê li Budapeşteyê bi Putîn ra bikira, betal kir

Washington DC

 Serokê Amerîkayê Donald Trump der barê taloqkirina hevdîtina ku wê bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn ra bikira da wiha got, "Ez naxwazim hevdîtineke badilhewa bikim. Naxwazim badilhewa wext xerc bikim."

Serokê Amerîkayê Trump li Qesra Spî di çalakiyekê da pirsên rojnamegeran yên ser rojevê bersivandin.

Trump li ser pirsa taloqkirina hevdîtina ku wê li Budapeşteyê bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn ra bikira da wiha got, "Ez naxwazim hevdîtineke badilhewa bikim. Naxwazim badilhewa wext xerc bikim."

Serokê Amerîkayê di axaftina xwe da îhtimala pêkhatina hevdîtinê jî îma kir û wiha got, "Me hê biryarek nedaye."

Trump li ser pirsa ku wî çima hevdîtina bi Putîn ra betal kir da jî wiha got, "Min tiştek negot. Min negot ku bila wisa be. Hûn tu carî nizanin ku wê çi bibe. Em ê agahiyê bidin we bê ka em di nava 2 rojên pêş me da çi bikin" û destnîşan kir ku cîvîna muhtemel hê jî pêkan e.

Serokê Amerîkayê daxuyandî li gor baweriya wî di Şerê Rûsya-Ukraynayê da agirbestek hê jî pêkan e.

Ji aliyê din va Qesra Spî eşkere kir ku di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Putîn da di demek nêz da lidarxistina lûtkeyekî nayê payîn.

Rayedarekî Qesra Spî der barê lûtkeya Trump-Putîn a dihat payîn ku di nav du hefteyan da li Budapeşteya paytextê Macaristanê bê lidarxistin da daxuyaniya nivîskî da nûçegihanê AAyê.

Rayedarê Amerîkayî got ku "Wezîrê Karên Derva (Marco) Rubîo û Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê (Sergey) Lavrov hevdîtineke baş derbas kirin. Di navbera herdu wezîran da dê hevdîtineke rû bi rû ya din hewce neke û nayê plankirin ku Serok Trump di demek nêz da bi Serokdewlet Putîn ra hevdîtinekî bike."

Serokê Amerîkayê Trump di daxuyaniya xwe ya hefteya borî da eşkere kiribû ku ji bo dawîlêanîna şerê Rûsya-Ukraynayê pêkan e ku bi Serokdewletê Rûsyayê Putîn ra li Budapeşteyê hevdîtinê bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.