Dinya

Serokê Amerîkayê Trump got ku ew bi Îranê ra "agirbestê naxwaze"

Emirhan Demir  | 21.03.2026 - Rojanekırın : 21.03.2026
Serokê Amerîkayê Trump got ku ew bi Îranê ra "agirbestê naxwaze"

Ankara

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku di êrîşên welatê wî û Îsraîlê yên dijî Îranê da "ew, aliyê hember bi maneya tam a peyvê va ji holê radikin" û di vê rewşê da ew agirbestê naxwaze.

Trump gava ji Qesra Spî derket ku biçe li balafirê siwar bibe, pirsên rojnamegeran ên der heqê êrîşên dijî Îranê da bersivandin.

Trump îhtimala pêkanîna agirbestê bi Îranê ra û vegera li zemîna diyalogê nirxand û wiha got, "Ez naxwazim agirbestê bikim. Hûn dizanin, dema mirov aliyê hember bi maneya tam a peyvê va ji holê rake, mirov agirbestê nake."

Trump pirsa, "Gelo Îsraîl dê amade be ku êrîşan bi Amerîkayê ra di heman demê da bi dawî bike yan na?" wiha bersivand:

"Ez dibêm qey wisa ye. Peywendiya me pir baş e. Kêm zêde em heman tiştan dixwazin. Em çi dixwazin? Em herdu jî serkeftinê dixwazin."

Trump îdia kir ku Amerîka, Tengava Hurmuzê bi kar nayne û got ku divê Ewropa, Çîn, Japonya û Koreya Başûr midaxilî mijarê bibin.

Trump der heqê Îranê da jî wiha got, "Ji hêla eskerî va yekane tişta ku dikin, xitimandina tengavê ye. Heger em ji hêla eskerî va lê binihêrin, karê wan qediyaye."

- Êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên dijî Îranê

Dema pêvajoya mizakereyê ya di navbera Tehran û Washîngtonê da dewam dikir, Îsraîl û Amerîkayê di 28ê Sibatê da êrîşên eskerî birin ser Îranê.

Îranê jî ji bilî Îsraîlê, êrîşî baregehên Amerîkayê yên li Qeter, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban û Behreyn di serî da yên li welatên herêmê ne kir.

Di êrîşên Amerîka û Îranê da ji bilî Serokê Îranê Ayetullah Elî Xameney û gelek rayedarên payebilind hatin kuştin.

Li gorî rayedarên Îranî, di êrîşên Amerîka-Îsraîlê da hejmara kuştiyan ji 1348an û ya birîndaran jî ji 17 hezarî derbas bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın