Serokê Amerîkayê Trump: "Ez ji Ukraynayê hez dikim lê Zelenksiy karekî xirab derxist"

Washington DC
Serokê Amerîkayê Donald Trump da zanîn ku dê bi Rûsyayê ra mizakereyan bidomîne û şîroveya "Ez ji Ukraynayê hez dikim lê wî karekî gelekî xirab derxist. Welatê wî paramparçe bû û bi milyonan mirov belasebeb mirin."
Serokê Amerîkayê Trump di daxuyaniya xwe ya ji ser platforma çapemeniya civakî ya bi navê Truth Socîal da Serokdewletê Ukraynayê Volodimîr Zelenskiy rexne kir.
Trump di daxuyaniya xwe da ji bo Zelenskiy got "komedyen" û parast ku Zelenskiy şereke ku divê qet nedaya destpêkirin da destpêkirin û di vê pêvajoyê da karekî xirab derxist.
Serokê Amerîkayê Trump da zanîn ku dê bi Rûsyayê ra mizakereyan bidomîne û got ku "Ez ji Ukraynayê hez dikim lê wî karekî gelekî xirab derxist. Welatê wî paramparçe bû û bi milyonan mirov belasebeb mirin."
Trump her wiha Zelenskiy rexne kir ku li welatê xwe hilbijartinan nake û şîroveya "Zelenskiyê ku dîktatorek e ku hilbijartinan nake heke destê xwe sivik bigire dê baş be nexwe dê welatê wî ji destê wî biçe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.