Serokê Amerîkayê Trump eşkere kir ku li Xezeyê Lijneya Aştiyê hat avakirin
Washington DC
Serokê Amerîkayê Donald Trump eşkere kir ku li Xezeyê Lijneya Aştiyê hat avakirin û endamên lijneyê dê di demeke kurt da bên eşkerekirin.
Serokê Amerîkayê Trump ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî der barê li Xezeyê avakirina Lijneya Aştiyê da daxuyanî da.
Trump di daxuyaniya xwe da got ku "Ez bi serbilindî radigihînim ku Lijneya Aştiyê hat avakirin. Endamên lijneyê dê di demeke kurt da bên eşkerekirin, lêbelê dikarim vê teqez bibêjim ku ev lijneya herî bi prestîj û mezin e ku heta niha hatiye avakirin."
Trump da zanîn ku li Xezeyê bi awayekî fermî ketin merhaleya duyemîn a pêvajoya aştiyê û parast ku di merhaleya ewil da pevçûn rawestiyan û gelek alîkariyên însanî gihaştin Xezeyê.
Serokê Amerîkayê der barê mijara birêvebiriya Filistînê ya teknokrat a berwext ya ku dê nû bê avakirin da jî got ku "Wekî Serokê Lijneya Aştiyê piştgiriyê didim Komîteya Bilind a Birêvebiriya Xezeyê ya ku hikûmeta teknokratîk a Filistînê ya nû hatiye tayînkirin û ji bo ku di heyama derbasbûnê da Xezeyê bi rê va bibe ji hêla Nûnerê Bilind a Lijneyê va tê piştgirîkirin. Ev serokên Filistînî girêdayî pêşerojeke aştiyane ne."
Serokê Amerîkayê Trump di berdewama daxuyaniya xwe da jî diyar kir ku dê bi piştgiriya Tirkiye, Misir û Qeterê dest bi pêvajoya ji eskeran xalîkirina herêmê bikin ku "teslîmkirina hemû çekên Hemasê û xirakirina her tunelê jî dihewîne."
Trump got ku "Gelê Xezeyê gelekî êş kişand, niha êdî wext hatiye."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
