Serokê Amerîkayê Trump: "Divê her kesê li Tehranê tavilê bê texliyekirin"

Washington DC
Rageşiya di navbera Îsraîl û Îranê da her ku diçe zêde dibe û di vê demê da Serokê Amerîkayê Donald Trump wiha got: "Divê her kesê li Tehranê tavilê bê texliyekirin."
Trump li ser hesabê Truth Socialê der barê rageşiya di navbera Îsraîl û Îranê da daxuyaniyeke nû parve kir.
Trump wiha got: "Divê Îranê ew peymana ku min ji wan ra gotibû îmze bikin, îmze bikira. Heyf, ji bo mirovahiyê xisareke mezin e. Nabe ku Îran bibe xwediyê çekên nukleerî. Min gelek caran ev yek got. Divê her kesê li Tehranê tavilê bê texliyekirin."
Trumpê ku ji bo Civîna Rêberên G7ê li Kanadayê ye, di daxuyaniya xwe ya dawî da wiha gotibû, "Ez naxwazim li Îranê çekên nukleerî bibînim û ji bo ku ev yek pêk bê, em gavên pêwîst diavêjin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.