Dinya

Serokê Amerîkayê Trump daxuyand ku ew bi Îranê ra bi awayekî çalak mizakereyê dikin

Hakan Çopur  | 04.02.2026 - Rojanekırın : 06.02.2026
Serokê Amerîkayê Trump daxuyand ku ew bi Îranê ra bi awayekî çalak mizakereyê dikin

Washington DC

 Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku Îran dixwaze bi wan ra peymanê çêbike û wiha got: "Em niha bi wan (Îranê) ra mizakereyan dikin."

Trump di merasima îmzekirina budçeya demkî ya li Ofîsa Gilover da pirsên rojnamevanan ên li ser mijarên rojevê bersivand.

Trump diyar kir ku pêvajoya mizakereyan a bi Îranê ra dewam dike û tekez kir ku rêveberiya Tehranê dixwaze bi Amerîkayê ra peymanekê çêbike.

Serokê Amerîkayê wiha got, "Em ê bibînin ka tiştek mimkun e (bi Îranê ra) bê kirin an na. Demek beriya vê derfeteke wan hebû ku peymanekê çêbikin, lê nebû. Ew dixwazin mizakerayan bikin. Em niha bi wan (Îranê) ra mizakereyan dikin."

Trump der barê cihê ku mizakereyên bi Îranê ra wê li ku bên çêkirin da jî pirsa ku hat pirsîn nebersivand.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın