Dinya

Serokê Amerîkayê Trump: "Îsraîliyan şertên min qebûl kirin, dem hatiye ku Hemas jî qebûl bike"

Mücahit Oktay  | 08.09.2025 - Rojanekırın : 08.09.2025
Serokê Amerîkayê Trump: "Îsraîliyan şertên min qebûl kirin, dem hatiye ku Hemas jî qebûl bike"

New York

Serokê Amerîkayê Donald Trump got: "Îsraîliyan şertên min qebûl kirin, dem hatiye ku Hemas jî qebûl bike."

Trump li ser hesabê xwe Truth Socialê ya ku navenda wê Amerîka ye ragihand wî "hişyariya dawîn" daye Hemasê ku şertên wî yên ji bo agirbestê pêşkêş kiriye bê qebûlkirin.

Trump wiha got: "Her kes dixwaze ku dîl vegerin malên xwe. Her kes dixwaze ku ev şer biqede! Îsraîliyan şertên min qebûl kirin, dem hatiye ku Hemas jî qebûl bike."

Trump destnîşan kir ku wî der barê encamên nepejirandina pêşniyara agirbestê da hişyarî daye Hemasê û wiha got: "Ev hişyariya min a dawîn e, wê careke din çênebe!"

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu di rojên dawîn da ragihandibû ku ew ê tevahiya Xeta Xezeyê dagir bikin, ev daxuyaniya Trump piştî vê hat dayîn.

- Êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê

Artêşa Îsraîlê piştî agirbesta li Xeta Xezeyê ya ku di 19ê Çileya Paşîn da ketibû rewacê binpê kir û sibeha 18ê Adarê êrîşên xwe yên dijwar ji nû va da destpêkirin.

Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xeta Xezeyê ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir va didomîne da herî kêm 64 hezar û 368 Filistînî hatin kuştin û 162 hezar û 367 kes jî birîndar bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.