Dinya

Sererkanê Îsraîlê Zamîr û Fermandarê CENTCOMê Kurilla "encamên" êrîşên dijî Îranê gotûbej kirin

Mustafa Deveci  | 03.07.2025 - Rojanekırın : 03.07.2025
Sererkanê Îsraîlê Zamîr û Fermandarê CENTCOMê Kurilla "encamên" êrîşên dijî Îranê gotûbej kirin

Ankara

 Sererkanê Îsraîlê Eyal Zamîr û Fermandarê Hêzên Navendî yên DYAyê (CENTCOM) Michael Erik Kurilla "encamên" êrîşên dijî Îranê yên meha raborî, gotûbej kirin.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da hat destnîşankirin ku duhê Kurilla weke mazûvanê Zamîr serdana Îsraîlê kir.

Hat ragihandin ku di çarçoveya serdanê da Kurilla û Zamîr civiyane. Di civîna ku fermandarên astbilind ên Îsraîlê jî tê da beşdar bûn, "encamên serkeftî" ên êrîşên dijî Îranê yên ku 13ê hezîranê destpê kiribûn û 12 rojan ajotibûn hatin gotûbêjkirin.

Hat daxuyandin ku Kurilla her wiha serdana Hêzên asîmanî jî kir.

Êrîşên Îsraîlê yên ku 13ê hezîranê destpê kiribûn, di encama fişara Serokê DYAyê Donald Trump da piştî 12 rojan bi agirbestê encam bûbû.

DYAyê jî weke midaxilê êrîşên ku Îsraîlê destpê kiribûn, li Îranê li dijî 3 tesîsên din ên nukleerê êrîşên asîmanî li dar xistibûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın