Ahmet Dursun
07 Adar 2026•Rojanekirin: 09 Adar 2026
Berdevkê Sererkaniya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê Sertîp Ebulfezl Şikarçî diyar kir ku tu herêmeke ku tesîs û cih nedabe DYA û Îsraîlê nehatiye hedefgirtin, di siberojê da jî wê nebe hedef û got, "Derbên li dijî DYA û rejima Siyonîst wê berdewam bin."
Şikarçî tekez kir ku Hêzên Çekdar ên Îranê dê li hember êrîşên li dijî DYA û Îsraîlê paşva gav neavêjin.
Şikarçî diyar kir ku Îranê ji roja yekem va her xalên ku çavkaniya êrîşan in weke "hedefên rewa" îlan kirine û got, "Li gorî vê yekê, hemû baregehên ku ji hêla DYAyê va ji bo êrîşa li dijî Îranê hatine bikaranîn, hatine lêdan. Welatên ku ji bo tevgera li dijî Îranê qadên xwe yan tesîsên xwe nedane Amerîka û rejima Siyonîst, nebûne hedefên me û nabin jî."
Şikarçî tekez kir ku Îran rêzê li serweriya neteweyî ya welatên herêmê digire û wiha got:
"Armanca hemû hewldanên me ew e ku welatên cîran û misilman zirarê nebînin û serweriya wan a neteweyî neyê binpêkirin. Têkiliyên cîrantiyê yên baş ji bo Îranê binameyeke bingehîn in. Ewlekariya hemû welatên misilman wekî ewlehiya Komara Îslamî ya Îranê tê hesibandin."
Generalê Îranî her wiha got, "Derbên li dijî DYA û rejima Siyonîst wê berdewam bin."