Fatih Gazioğlu
04 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2017
ÎSTANBUL
Sererkan Orgeneral Hulusî Akar û Emîr Xatemiyê Wezîrê Parastinê yê Îranê hevdîtinek kir.
Li gor nûçeya ÎRNAya ajansa fermî ya Îranê, Sererkan Akar û Wezîr Xatemî li Tehranê hatin bal hev. Piştî hevdîtinê Xatemî daxuyaniyek da û got ku Îran û Tirkiye di mijara dîn û çandê de heman milet in û wiha axivî: "Tirkiye di mijara parastin û ewlehiyê de di polîtikaya Îranê ya derva de xwedî cihekî girîng e."
Sererkan Akar jî got ku têkiliyên Tirkiye û Îranê piştî ziyareta Sererkanê Îranê General Mihemed Baqirî baştir bûye û hevkariya herdu welatan wê ji bo ewlehî û îstiqrara herêmê û dinyayê bi feyde be. Akar behsa yekîtiya axa 'Iraq û Sûriyeyê' jî kir û got ew qebûl nakin guherînek li ser van axan çêbibe.