Serbazên ser bi rejima hilweşiyayî ya Sûriyeyê dema ku bi rêyên dereqanûnî diketin welêt hatin girtin
Damascus
Li Sûriyeyê 12 serbazên ser bi rejima hilweşiyayî dema ku bi rêyên dereqanûnî diketin welêt hatin girtin.
Kanala televîzyonê ya dewleta Sûriyeyê El-Îxbariye, di nûçeyekê ku çavkanî weke Daîreya Ragihandinê ya Wezareta Parastinê nîşan da, li ser vê mijarê agahî da.
Hat ragihandin ku 12 serbazên ser bi rejîma Esed a hilweşiyayî dema ku hewl didan bi awayekî dereqanûnî ji ser Libnanê derbasî Sûriyeyê bibin, hatin girtin.
