Dinya

Senatoya Amerîkayê pêşnumaya "rayeyên şer" yên Trump ên êrîşên dijî Îranê berteng dike, red kir

Ecem Şahinli Ögüç  | 19.03.2026 - Rojanekırın : 19.03.2026
Senatoya Amerîkayê pêşnumaya "rayeyên şer" yên Trump ên êrîşên dijî Îranê berteng dike, red kir

Ankara

ANKARA (AA) - Li Senatoya Amerîkayê pêşnumaya diyar dike ku "rayeyên şer" yên Serok Donald Trump ên êrîşên dijî Îranê divê pabendî pesendkirina Kongreyê bin, hat redkirin.

Li Senatoya Amerîkayê pêşnumaya "rayeyên şer" yên Trump ên êrîşên dijî Îranê berteng dike, ket ber dengdayînê.

Pêşnumaya ku ji hêla Demokratan hat pêşkêşkirin, beramberî 47 dengên "erê" bi 53 dengên "nexêr" va hat redkirin.

Senatorê Komarî Rand Paul ji xeta partiya xwe averê bû, dengê "erê" da, Senatorê Demokrat John Fetterman jî li dijî pêşnumayê derket.

"Qanûna Rayeyên Şer" a dîroka wê vedigere sala 1973yan, biryara serokê Amerîkayê ya destpêkirina şer a dijî welatekî, pabendî pesendkirina Kongreyê dike û li serok ferz dike ku gaveke bi vî rengî pêşdatir ji Kongreyê ra ragihîne.

- Êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên dijî Îranê

Dema pêvajoya mizakereyê ya di navbera Tehran û Washîngtonê da dewam dikir, Îsraîl û Amerîkayê di 28ê Sibatê da êrîşên eskerî birin ser Îranê.

Îranê jî ji bilî Îsraîlê, êrîşî baregehên Amerîkayê yên li Qeter, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban û Behreyn di serî da yên li welatên herêmê ne kir.

Di êrîşên Amerîka û Îranê da ji bilî Serokê Îranê Ayetullah Elî Xameney û gelek rayedarên payebilind hatin kuştin.

Li gorî rayedarên Îranî, di êrîşên Amerîka-Îsraîlê da hejmara kuştiyan ji 1348an, ya birîndaran jî ji 17 hezarî derbas bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın