Dinya

Sekreterê Giştî yê NYê Guterres: "Ez her cure tevgerên bersivdanê şermezar dikim"

Şerife Çetin  | 19.04.2024 - Rojanekırın : 21.04.2024
Sekreterê Giştî yê NYê Guterres: "Ez her cure tevgerên bersivdanê şermezar dikim"

New York

 Sekreterê Giştî yê Netaweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres, piştî îdiayên ku Îsraîlê êrîşî Îranê kiriye, got ku "Ez her cure tevgerên bersivdanê şermezar dikim."

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Berdevkiya NYê piştî îdiayên ku Îsraîlê êrîşî Îranê kiriye, Antonîo Guterres got ku "Ez her cure tevgerên bersivdanê şermezar dikim."

Guterres bang li civaka navneteweyî kir ku bi hev ra tevigerin rê li ber geşedan û encamên xerab bigirin.

- Îdiaya ku Îsraîlê êrîşî Îranê kiriye

Têlevîzyona dewleta Îranê ragihandibû li bakurê rojhilatê eyaleta Îsfehanê ya Baregeha Hêzên Asîmanî yên Îranê lê ye, dengê teqînan hatiye bihîstin.

Çapemeniya Amerîkayê di nûçeyên xwe da yên sipartibûn peywirdarên Amerîkayî da, ragihandibû ku Îsraîlê li dijî Îranê êrîşek pêk aniye.

Rayedarên Îsraîlî der barê mijarê da daxuyaniyên rasterast nadin û rayedarên Îranî jî hê rasterast Îsraîlê sûcdar nekirine.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.