Dinya

Sekreterê Giştî yê NYyê Guterres: "Divê êdî ev çerxa tolhildanê ya bi xwîn bi dawî bibe"

Şerife Çetin  | 18.04.2024 - Rojanekırın : 19.04.2024
Sekreterê Giştî yê NYyê Guterres: "Divê êdî ev çerxa tolhildanê ya bi xwîn bi dawî bibe"

New York

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres hişyarî da ku Rojhilata Navîn li ber felaketê ye û wiha got: "Divê êdî ev çerxa tolhildanê ya bi xwîn bi dawî bibe."

Guterres li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) di rûniştina "Rojhilata Navîn" da agahî da welatên endam.

Guterres got li herêmê hem bi gotin û hem jî bi kirinan va rageşî di van rojên dawîn da bi awayekî xeternak zêde bûye û wiha axivî: "Hesabekî şaş, pirsgirêkeke ragihandinê ya şaş an jî şaşiyek dikare bibe sedema geşedanên ku nikarin bên hesabkirin. Pevçûneke ku li herêmê belav bibe hem ji bo aliyên pev diçin û hem jî ji bo hemû cîhanê dikare bibe wêranî."

Guterres banga xwe ya ji bo "tevgera aqlekî selîm" dubare kir û diyar kir ew çawa ku êrîşa dijî navendên dîplomatîk ên Îranê yên li Şamê şermezar dike, her wisa êrîşa Îranê ya dijî Îsraîlê jî şermezar dike.

Guterres hişyarî da ku Rojhilata Navîn li ber felaketê ye û wiha dewam kir: "Divê êdî ev çerxa tolhildanê ya bi xwîn bi dawî bibe. Piştî 7ê Cotmehê li Xezeyê nêzî 250 xebatkarên alîkariyên însanî hatin kuştin ku 180 ji wan yên NYyê bûn û der barê kuştinan da bila lêkolîn bên kirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.