Sekreterê Giştî yê NYyê Guterres daxuyand ew ji ber êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê xemgîn e

Ankara
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres daxuyand ew ji ber operasyonên eskerî yên Îsraîlê yên ku dijî Xezeyê dîsa hatin destpêkirin pir xemgîn e.
Guterres li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê wiha got: "Ez ji ber operasyonên eskerî yên Îsraîlê yên ku li Xezeyê dîsa dest pê kirin, pir xemgîn im."
Guterres anî ziman ew hêvî dike "navbera însanî" dîsa çêbibe û wiha got: "Pevçûnên dîsa dest pê kirin nîşan didin ku agirbesteke însanî ya rastîn çiqasî girîng e."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.